• Friday, 20 February 2026
logo

Davûtoglu: Başîk û bakurê Iraqê ji bo me “asayişa netewî” ye!

Gulan Media January 9, 2016 Nûçe
Davûtoglu: Başîk û bakurê Iraqê ji bo me “asayişa netewî” ye!
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu diyar kir ku devera Başîkê û Başûrê Kurdistanê dikeve çarçoveya “asayişa netewî” ya Tirkiyê!

Pêr êvarê çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Tirk ên li devera Başîkê ya Mûsilê bicîh bûne, kiribûn. Li gorî ku Tirk dibêjin, di wî şerî de “18 DAIŞî” hatibûn kuştin û tiştek jî bi hêzên wan nehatibû.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu duh piştî nimêja îniyê derheqê vê mijarê de ji rojnamevanan re axivî û got, helbet kîjan hêz û rêxistina terorîstî êrişî hêzên me bike dê rastî bersiva tûj were.

Davûtoglu li ser nerazîbûnên Amerîka û Iraqê ji bo bicîhbûna hêzên Tirk li devera Başîkê jî got, hêzên me ji bo DAIŞê û perwerdekirina hêzên iraqî li wir in. Me ji Amerîka re jî gotiye ku em di çarçoveya şerê terorê de li wir in. Em hurmeta serweriya Iraqê jî digirin û yekparçebûna Iraqê jî diparêzin.

Serokwezîrê Tirkiyê her wiha got ku hebûna PKK û DAIŞ li Iraqê, herî zêde ji bo Tirkiyê tehdîdê çêdike lewma devera Başîkê û “bakurê Iraqê” dikeve çarçoveya “asayişa netewî” ya Tiriyê.

Rudaw
Top