Josêf Dawil: Divê Ewropa pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bihêztir bike
Serokê Partiya Gel a Ewropayê Josêf Dawil ku Mezintirîn kutleya Parlamentoya Ewropayê ye diyar kir: ‘’divê Ewropa alîkariyên darayî û siyasî û leşkerî zêdetir bo Herêma Kurdistanê pêşkêş bike’’
Li gor nûçeya malpera KDP.info Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Parlamentoya Ewropayê de Dilawer Xalid Ajgeyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Partiya Gel a Ewropa daxwaz dike ku alîkariyên darayî û siyasî û leşkerî zêdetir bo Herêma Kurdistanê bên pêşkêşkirin.”
Ajgeyî wiha got: “Serokê Partiya Gel a Ewropa Josêf Dawil dibêje, divê Ewropa pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bihêztir bike û alîkariyên xwe zêdetir bike.”
Dilawer Xalid wiha domand: “Tişta ku Josêf Dawil dibêje, ne tenê nêrîna wî ye, lê belê helwesta partiya wî ye.”
Partiya Gel a Ewropa mezintirîn û bihêztirîn partiya siyasî ye li Ewropa, ku 78 partiyên Xrîstiyan ji 39 welatên Ewropa li xwe digire. 221 endamên wan di Parlamentoya Ewropayê de hene.
Basnews
