• Friday, 20 February 2026
logo

Lîwaya Reqayê tevlî HSDê bû

Gulan Media January 9, 2016 Nûçe
Lîwaya Reqayê tevlî HSDê  bû

Ji aliyê Lîwaya Şoreşgerên Reqayê ve hat ragihand ku ew di şerê dijî rejîma Sûriyê û DAIŞê pêdagir in û herwiha beşek in ji (HSD) Hêza Sûriyê ya Demokratîk.

Herwaha derbarê mijarê de Lîwaya Şoreşgerên Reqayê li bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: "Ti pirsgêrk di nebera me û Kurdan de nînin, em beşek in ji Hêza Sûriyê ya Demokratîk, herwiha em pêbendê şerê li dijî DAIŞê, Cephet El-Nûsra û rejîma Sûriyê ne."

Ji aliyeke din ve Hêza Sûriyê ya Demokratîk red kir ku hêza wan berî niha Lîwaya Şoreşgerên Reqayê bi serokatiya Ebû Îsa li gundê Eyn Îsa dorpêç kiribe.

Berî niha li bajarokê Girê Spî Hêzên Eşîran hatibûn pêkanîn û li dijî Rêveberiya Xweser şer dikirin, lê ew hêz ji aliyê Cepheya Şoreşgerên Reqayê ve hat hilweşandin.

Rudaw
Top