“Xaminêyî bi çavekî taybet li Kurdan dinêre!”
Li gorî medyaya Îranê, nûnerê Xaminêyî li Sine seyîd Mihemed Husênî Şahrûdî duh li bajarê Sine bi komek mela û zanayên ayînî yên Başûrê Kurdistanê re civiya.
Li gorî agahiyan, Şahrûdî di civînê de behsa pêwendiyên navbera Îran û Başûrê Kurdistanê kir û got, di tevahiya waran de pêwendiyên baş di navbera Kurdistana Iraqê û Îranê de hene. Ez hêvîdar im ev serdanên wiha bibin sedema bihêzbûna yekrêziya welatên îslamî û misilmanan.
Nûnerê Xaminêyî li Sine behsa helwesta rêberê Îranê Elî Xaminêyî li hember kurdan kir û got, rêberê mezin bi çavekî taybet li kurdan dinêre. Yekrêziya netewî û îslamî, gelê kurd bi miletê Îranê ve girêdaye.
Li gorî wî melayê şîe yê Îranê, Xwedê dê Qurbanê de gotiye ku “cihû yekemîn dijminê misilmanan in!” û tehdîda cihûyan ji aliyê pêxemberê îslamî Hz. Mihemed ve jî hatiye ragihandin!
Çend roj berê komek mela û zanayîn ayînî yên Başûrê Kurdistanê serdana Rojhilatê Kurdistanê kiribûn. Hatibû ku gotin ku ew, bêyî ku haya Hikûmeta Kurdistanê jê hebe, çûne.
Rudaw
