• Friday, 20 February 2026
logo

300 kesên din ê xrîstiyan dibin Pêşmerge

Gulan Media January 9, 2016 Nûçe
300 kesên din ê xrîstiyan dibin Pêşmerge


Piştî êrîşên DAİŞê Xrîstiyan jî bûn armanca êrîşan û bi armanca parastina herêm û Xrîstiyanan berî naha dinava hêzên Pêşmerge de fewcek ji Xrîstiyanan hatibû avakirin. Lê biryare fewcekî ji 300 kesên din ê Xrîstiyan dinav hêzên Pêşmerge de cîh bigrin.

Sikreterê Partiya Demokrat a Bêtulnehrên a xrîstiyanan ragihand ku, jibilî wan 300 xristiyanên ku ji beriya salekê ve li eniya Tilisquf in di nava Hêzên Pêşmerge, 300 xristiyanên din amade ne tevlî refên Pêşmerge bibin.

Hat zanîn ku Romyo Hekarî Sikreterê Partiya Demokrat a Bêtulnehrên a xrîstiyanan ji malpera KDP.info re axiftiye û ragihandiye ku: “Heta niha fewcek ji xristiyanên nava Hêzên Pêşmerge re hatiye avakirin ew jî bi nave hêzên Deşta Mûsilê û li Tilisqûfê bicih bûne û ev salek e ku li wir di nava Hêzên Pêşmerge de ne û hejmara wan 300 kes e, lê niha me navê 300 kesên din şandiye Wezareta Pêşmerge û dê ew jî bibin Pêşmerge di nava fewceke din de û wezaret razî bûye, em hêvîdar in ew jî werin damezrandin û biçin eniya şer û parastina xrîstiyanan bikin.”

Hekarî wiha got: “Hêzên Deşta Mûsilê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi awayekî rêk û fermî û yasayî hatine avakirin, herwiha perwerdeya leşkerî dîtine û bo eniyên şer hatine şandin.”

Basnews
Top