• Friday, 20 February 2026
logo

Ji bo aştiyê gava pêşî li Parlamentoyê hat avêtin

Gulan Media January 8, 2016 Nûçe
Ji bo aştiyê gava pêşî li Parlamentoyê hat avêtin

Ji bo pêkanîna aştiyê li Parlamentoyê gava pêşî hat avêtin. Parlamenterê HDPê yê Îzmîrê Ertuğrul Kûrkçû bi Serokê Parlamentoyê İsmail Kahraman re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtin baş derbas bû.

Kûrkçû diyar kir ku wî li ser navê Kongerya Demokratîk a Gelan ev hevdîtin pêkaniye û tu armanceke wî nîn e ku di navbera HDPê û hikûmetê de bibe navbeynkar.

Ertugrul Kûrkçû destnîşan kir ku wan daxwaz ji Parlamentoyê kiriye daku bo rawestandina şer û pevçûnan gavekê biavêje û got; “Me ev daxwaz kir ku ji dêvla alîgiriya şer, divê helwêst ew be ku rê li ber şer û pevçûnan were girtin. Herwiha me ev yek jî xwest ku divê mafên welatiyan ên îtiatnekirina sivîl were parastin. Me metirsiya xwe anîn ziman ku eger Parlamento bo rawestandina pevçûnan hewl nede û gel bi hikûmetê re rûbirû bihêle, wê şer û pevçûn dijwartir bibin. Herçiqasî, bi awayekî aşkere soz bo hewldanan nehatibe dayîn jî, em vê yekê dibînin ku peyama me hat wergitin û niha gav neyên avêtin jî bo avêtina gavan hêviyek çêbû.”

Kûrtçû ev yek jî anî ziman ku wan encamên kongreya awarte ya KCDê ku beriya çend rojan li Diyarbakirê birêve çûbû, ji Serokê Parlamentoyê Kahraman re ragihandine û gotine ku parlamento dikare li ser vê yekê rawest e.

K24
Top