• Friday, 20 February 2026
logo

Ahmet Turk bersiva Davutoglu da: Dixwazin me bêdeng bikin

Gulan Media January 8, 2016 Nûçe
Ahmet Turk bersiva Davutoglu da: Dixwazin me bêdeng bikin
Hevseorkê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk gotinên Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu yên derbarê bikaranîna îmkanên şaredariyên DBPê bo alîkarîkirina PKKê de red kir û got: “Armanca wan îdiayan bêdengkirina me ye.”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bersiva daxuyaniya duh a Serokwezîrê Tirkiyê da û ragihand, ku gotinên Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu derbarê şaredariyên di destê kurdan de bêbingeh in û dûr ji rastiyê ne.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu duh di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku şaredariyên destê Partiya Herêmên Demokratîk de amûrên xwe bo alîkariya PKKê bi kar tînin û gef xwaribû, ku dê ew şaredarî hesabê wê yekê bidin.

Ahmet Turk herwiha red kir, ku pirraniya dahata Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê ji Enqerê ve bê.

Davutoglu duh di daxuyaniya xwe de gotibû, ku zêdetirî %96ê dahata şaredariya Mêrdînê ji aliyê hikûmeta nevdnî ve tê dan.

Turk da zanîn, ku li ber destê wan raportên derbarê xerciyên şaredariyan de hene û bang li Serokwezîrê Tirkiyê kir, ku di destpêkê de lêpirsînê ligel şaredariyên AK Partiyê bikin û piştre dahat û xerciyên şaredariyên AK Partiyê û yên kurdan bidin ber hev.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdî herwiha anî ziman, ku hewl hene daku atmosfêreke siyasî li dijî şaredariyên di destê DBPê de were afirandin û tekez kir, ku “bo wê yekê stratejiyek taybet dimeşînin.”

Turk da zanîn, ku armanca belavkirina îdiayên weke yên Davutoglu, bêdengkirina wan e û got: “Gelê me bi xwe bi ked û xebata me dizane. Ew hewldan hewldanên vala ne.”

Rudaw
Top