• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî fermandarên Kurd ên di artêşa Îraqê de vedikşîne

Gulan Media January 8, 2016 Nûçe
Barzanî fermandarên Kurd ên di artêşa Îraqê de vedikşîne


Serokê Herêmê Kurdistanê mana leşkerên Kurd dinav artêşa Îraqê de bê wate dibîne û bi vê sîstemê Kurd nikarin dinav artêşa hewbeş a Îraqê de bimîne. herwaha tê hêvîkirin ku ew fermandarên dinava artêşa Îraqê de bêne kêşandin.

Li gor agahiyên bi dest BasNewsê ketine Serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê giştî yê Pêşmerge Mesûd Barzanî, ji hebûna Kurdên dinava artêşa Îraqê de ne raziye. Ji ber ku pêwîst bû pişka Kurda dinava artêşê de sedî 17 ba lê naha bi tenê sedî 1 ê kêmtire herwaha ewên ku mane jî piştî erîşên DAİŞê hatine kêşandin û tewli hêzên pêşmerge hatine kirin. Sedemê vê pêkanînê jî dinava artêşa Îraqê de ji artêşa netewî berbi artêşa tayfeyî çûn û nêzîkatiyên mezhebî û herwaha bi taybetî piştî avabûna Heşdî Şeibî rola artêşa Îraqê kêm bûye û ji ber va hemû sedeman pêşbînî tê kirin ku Serokê Herêma Kurdistanê ferman bidet ku hemû leşker û fermandarên dinava artêşa Îraqê de bikşîne.

Di derbarê mijarê de Cîgirê Serokî Lijneya Asayîş û ewlekariyê û Encûmenê Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula ji BasNewsê re axift û diyar kir: ‘’Tenê çend fermandarên kêm mane li Bexda yê. Ya rast çend zû bêne kêşandin baştire. Pêwîste Wezareta Pêşmerge cîh bo wan fermanderan diyar bike û sûd li ezmûnên wan werbigre. Ji artêşa Îraqê pêwîste hemû bêne kêşandin. Lê heger biryar ji aliyê Serokê Herêmê bê standin pir baştire.’’

Herwaha Şaxewan Ebdula got: ‘’Pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê, artêşa Îraqê wek artêşa Ereb binase. Ji ber ku ji tîrmeha 2015 heta naha hikûmeta Îraqê Kurda hewl dide ji artêşa Îraqê dûrbixe. Herwaha heger hatûçûna artêşa Îraqê bo Kurdistanê çêbe pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê îcaze verbigre û ji ber ku eva wek mafê serveriya Kurd bizane.’’

Rudaw
Top