Serokwezîr Barzanî: Êdî em nahêlin ev rewş wiha bimîne!
Parlamenterê Kurdistanê û endamê Fraksiyona PDKê Firset Sofî derheqê xebatên reformê yên Hikûmeta Kurdistanê de ji Rûdawê re got, reform dê bidomin û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî gotiye êdî rewşa Herêma Kurdistanê dê wiha nemîne.
Firset Sofî da zanîn ku Serokwezîr Barzanî dê di demek nêzîk de biryarên pir girîng di warê reformê de bide û got, ew biryarên ku di civîna 21ê Kanûna sala 2015ê ya hikûmetê de hatibûn ragihandin, “tenê destpêk” bû, çimkî hikûmet xwe ji pêngavên pir berfireh û mezin re amade dike.
Wî endamê Parlamentoya Kurdistanê her wiha anî ziman ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dê ji bo çareserkirina kirîza siyasî bi rayedar û nûnerên partiyên siyasî re bicive.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna roja 21ê Kanûna par de biryara reformê ûkêmkirina xercên hikûmetê dabû.
Rudaw
