Li Şirnexê 5 polîsên din hatin kuştin
Li ser rêya Şirnex-Cizîrê li dijî wesayîta polêsan êriş pêk hat û di encamê de 5 polêsên tîmên taybet hatin kuştin.
Ji hêla din ve li gorî nûçeyê YPS-Şirnexê daxuyanî daye û diyar kiriye ku li Şirnexê jî çawîşeke pispor ji hêla hêzên wan ve hatiye kuştin. YPSê herwiha destnîşan kir ku duh bi şevsaet di 09:30 de li hemberî kulûbeya nobedê ya li pêşiya mala polîsan a li taxa Ataturkê ku 5 polîs tê de bûn, çalakiya bi roketê hatiye lidarxistin. Lê belê hejmara mirî û birîndarên li vê derê nehatiye zelalkirin.
Derbarê van mijaran de ji hêla rayedarên artêşa tirk tu agahî bi dest neket.
