• Friday, 20 February 2026
logo

Felah Mistefa: Em di pirsgirêka Îran û Erebistana Siûdi de ne alî ne

Gulan Media January 7, 2016 Nûçe
 Felah Mistefa: Em di pirsgirêka Îran û Erebistana Siûdi de ne alî ne

Qeyrana di navbeyna Îran û Erebistan Siûdî de her ku diçe kûr dibe. Her di wê derbarê de Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê ragehand, têkçûna pêwendiyên di navbera Iran û Erebistana Siûdiyê de, Herêma Kurdistanê nabe beşek ji kêşeyên di navbera her du welatan de.

Derbarê mijarê de Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, di daxuyaniyekê de got: "Em bi ti awayî nabin beşek ji wan kêşe û aloziyên di navbera Iran û Erebistana Siûdiyê de, gelek pirsgirêk li navçeyê hene û pêwîste bi rêya danûstandinan ew kêşe werin çareserkirin."

Herwaha Mistefa hêvî kir ku, Civaka Navdewletî bikare bi erkê xwe rabe û rêgê li ber zîdebûna wan pirsgirêkan bigre û bi zûtriîn dem jî çaresebike.

Hewlesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de tê, gelek welatên Ereb piştgirya Erebistana Siûdiyê kirin û pêwendiyên xwe bi Iranê re qût kirin.

Basnews
Top