Firokevanê yekem li Iraqê: Xewna min ku ez bibim fiokevanê dewleta Kurdistanê
Di nav dehan ji şagirtên Ereb de li Kolêja Esmanî ya Iraqê, Şagirtekî Kurd ji Şêxan bi nave Dilşêr Elî Ehmed pileya yekem bidestxist. Ew firokevanê Kurd di hevdîtinekê de bi BasNews re behsa yekembûna xwe û xewna firokewaniyê li Kurdistan dike.
Dilşêr Elî Ehmed di dawiya sala 2015 karîbû ji nav bêhtir ji 60 şagirtên Ereb pileya yekem bidestbixe, ev sê salin ku Dilşêr li kolêja Asmanî ya Iraqê dixwîne.
Raste Dilşêr xwendina xwe bidawî kiriye, lêbelê ew dê careke din vegere bajarê Nasiriya jibo berdewamiya fêrbûna li ser firokewaniyê.
Dilşêr got: “Ez dikarim firokeyên rahênanê bajom, hidek firokeyên din jî hene ku ez dikarim serokatiya wan bikim, di maweyê bê de ez dê xwe li ser ajotina firokeyên şer fêrbikim, jibo ku ez bibim firokevanê wan firokeyan jî.”
Herwiha derçûyê pileya yekem ê Kolêja Asmaniya Iraqê got: “Hêvî û xewna min ewe ku, li Kurdistanê Hêza Asmanî were damezirandin, jiber niha li Kurdistanê ne peymangeh û ne jî kolêjî asmanî heye, xewna min ewe ku ez bibim firokevanê dewleta Kurdî û asmanê Kurdistanê biparêzim.”
Dilşêr Elî eşkere kirk u, gelek ji xortên Kurdistanê ji kolêja asmanî derçûne û di firokevaniyê de şarezane û got: “Vê salê 9 şagirtên Kurd ji Kolêja Asmanî ya Iraqê derçûn, herwiha jibo vê salê hejmarek şagirtên din ên Kur wegirtine, çend kes hene bi pileya mulazim û neqîb ku taybete bi firokewanî hene. Fermanderê Hêzên Asmanî yên Iraqê jî Kurde, jiber vê yekê hêviya me xurte ku bi alîkariya hemû aliyan em di paşerojê de karibin hêza asmanî ya Kurdistanê birêve bibin. Li Kurdistanê firokevan zorin lê firokeyên me nînin.”
Navborî nîgerana xwe bi nebûna kolêj an peymangehek firokewanî li Kurdistanê anî ziman û got: “Di nav şagirtên Kolêja Asmanî ya Iraqê de, şagirtên Ereb hebûn dostê Kurdan bûn û hebûn jî li dijî kurdan bûn û ji Kurdan hez nedikirin.”
Dilşêr got: “Maweyê salek û 4 mehan li welatê Urdinê bûm, me rahênan li ser firokewaniyê dikir, maweyekê jî em li bingeha Sipayker bûn, lêbelê jiber çekdarên DAIŞê me ew bingeh bicîhişt.”
Derçûyê Yekem amaje bi wê yekê kir ku, şiyanê hêzên asmaniya Iraqê gelekî lawaze “Ji 6 firokeyên kolêja asmanî 3 heta 4 firoke têkçûne û xirabene, gelek kêşe hene û hêza asmaniya Iraqê di astek xirab deye.”
Dilşêr di sala 1989 de li Qesrokê ser bi qeza Şêxanve jidayik bûye, di sala 2013 de dest bi xwendina xwe di kolêjê de kir û sala 2015 bi pileya yekem derçû.”
Biryare ku ew firokevanê kurd jibo rhênana bêhtir biçe welatê Amerîka, Dilşêr got: “Jiber ku wê Iraqê firokeyên F16 ji Amerîka bikre, lê firokevanê forokeya F16 li Iraqê nînin, hindek hene dikarin wê bifrînin li nikarin gelekî wê li ezmanan bihêlin.”
Dilşêr di dawiya gotina xwe de got: “Ez dixwazim firokeya F16 an Sîxoy bajom û baregehên DAIŞê bordûman bikim da ku ez alîkariya PÊşmerge bikim.”
Basnews
