• Friday, 20 February 2026
logo

Polîsên Tirkîyê bi ser avahiya BDPê girtin

Gulan Media January 6, 2016 Nûçe
Polîsên Tirkîyê bi ser avahiya BDPê girtin

Polîsên Tirkîyeyê îro bi ser avahiya Partiya Herêman a Demokratîk DBPê ve girtin û 2 kes binçavkirin.

Derbarê mijarê de Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek bertek got; "ti kes nikarin me bitirsînin, dê demokrasî qezenç bike."

Polîsan li ber derê BDPê gule berdan hewa û xwestin ko girseya ko bertekan didin wan belav bibin.

Li gorî îdîayan, polîsan li ser îxbarekê di saetên nîvro de bi ser avahiya BDPê de girtin û li ser nasnameya kesên ko di hûndir de bûn lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê de jineke bi navê Zeynep Altunak û Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Şakîr Karataş hatin binçavkirin.

Sedema girtina xwendekar Şakîr Karataş wek 'qaçaxê leşkeriyê' hat ragihandin lê Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek bertek wiha got: "pirsgirêka leşkeriya kesekî xwendekar nîn e. Yuksek, ragihand ko partiya wan jî weke Meclisê fermî ye û bêyî qanûn û yasayan nikarin bi ser de bigrin. Yuksek got; "Dixwazin me çavtirsandî bikin, lê em ji gefên ti kesan natirsin."

k24
Top