Kuwêt balyozê xwe ji Tehranê kişand
Wezareta Karê Derve ya Kuwêtê banghêşta balyozê xwe li Tehran kir, piştî êrîşên roja 4 Çile li dijî balyozxana Erebistan Saudî li Tehran û Konsolxaneya wê li bajarê Meşhed.
Wezareta Karê Derve ya Kuwêtê daxuyand ku, wan baloyzê xwe li Tehran Mecdî Ehmed Îbrahîm Eldufeyrî banghêşt kiriye, wezaret dide zanîn ku ew êrîşên liser ciyên Diplomasî hatine kirin, li dij pirensîp û rewiştên dîplomasî û yasayên navdewletî ne.
Di du rojên derbasbûyî de her yek ji welatê Sudan, Erebistana Saudî û Bahrên têkilyên xwe yên dîplomasî ligel Îranê qut kirine.
Tê zanîn ku roja Şemiya borî, Erebistana Siûdî hejmarek kesayetiyên Şîîa Mezheb bidarvekiribûn, ji wan zaniyarî navdar Nimir Baqir Nimir ku wek yek ji kesayetiyên Şîîa tên herî navdar ku daxuyanî li dijî hikûmeta Erebistana Siûdî didan û xelk han didan ku li dijî deselata Al Siûd rawestin.
Basnews
