Li Wanê aşût bi ser rêwiyan de hat, kesekî canê xwe ji dest da
Wesayîta ku ji Wanê ber bi navçeya Şaxê ve diçû û di nav de 14 kes hebûn, 10 kîlometreyan nêzîkî navçeyê bûn, dibin aşûtê de man.
Hat ragehandin, rêwîyan dema xwestine bo wesayîtê rê paqij bikin, aşût bi ser wan de hatiye û kesê bi navê Cebbar Kaçan canê xwe ji dest da.
4 jinên ku tevî wesayîtê dibin aşûtê de mabûn ji hêla rêwiyan ve hatin rizgarkirin.
Li ser agahdarkirinê, welatî û hêzên hawarçûna navçeya Şaxê, rêwî bi selametî gihandin navçeyê.
K24
