• Friday, 20 February 2026
logo

Times: Sûra Amedê bûye mîna Sûriyê

Gulan Media January 6, 2016 Nûçe
Times: Sûra Amedê bûye mîna Sûriyê

Nûçegihana rojnameya Timesê Hannah Lucinda Smith, di nûçeya ku dîtinên xwe yên Sûrê vedibêje de û Sûra Amedê dişibîne ‘dema destpêka pevçûnên Sûriyê’.

Li gor wergera BBC Tirkî, ji ber şer û pevçûna di navbera endamên PKKê û polêsan de ji Sûra Amedê nêzî 20 hezar însan navçe terk kirine.

Nûçegihan, navçeya Sûrê ya Amedê wekî “qada şer” bi nav dike.

Di nûçeyê de nûçegihan balê dikişîne ser vê yekê ku her derê Tirkiyê bi kêfxweşî û fîşekên hewayî ketine sala nû, lêbelê Sûra Amedê bi şer û pevçûnan.

Her wiha di nûçeyê de gotinên Hamdî Zengîn ê ku 67 salî ye û Sûr terk kiriye, cih digire. Hamdî Zengîn dibêje: “Stenbol welatekî din e. Dinyayeke ji xeynî vê dinyayê dijîn. Ew di jiyana xwe ya asayî de ne. Li cem me polês bi ser malên me de digirin, li serê xaniyan nişanger û li her derî barîqat hene.”

Top