Wî wezîrê Fransa li ba rayedarên Tirk, pesnê Pêşmerge û YPGê da!
Wezîrê Parastinê yê Fransa Jean Yves Le Drian duh çûbû Tirkiyê û bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu û Serokomar Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kiribû.
Hevdîtinên Le Drian bi rayedarên Tirk re girtî pêk hatin lê medyaya Fransayê beşek ji naveroka hevdîtinan eşkere kiriye û ragihandiye, Wezîrê Parastinê yê Fransa di wan hevdîtinan de behsa mêrxasiya hêzên kurdî li Sûriye (YPG) û li Iraqê (Pêşmerge) kiriye û gotiye, ji ber şiyan û mêrxasiya hêzên kurdî, DAIŞê beşek mezin ji deverên ku zeft kiribû, ji dest daye.
Li gorî medyaya Fransa, ku li ser zarê çavkaniyên Wezareta Parastina Fransayê eşkere kirine, Le Drian spasiya YPG û Pêşmerge kiriye û gotiye, wan karîne DAIŞê bişkênin.
Wî Wezîrê Fransî her wiha aniye ziman ku tekane rêya ku DAIŞ tê de çekdarên biyanî derbasî Sûriyê dike, deriyê Cerablusê yê navbera Sûriye û Tirkiyê ye.
Rudaw
