• Friday, 20 February 2026
logo

Ji Îran bo Siûdiyê peyama KURD û terora Mîkonosê!

Gulan Media January 4, 2016 Nûçe
Ji Îran bo Siûdiyê peyama KURD û terora Mîkonosê!
Malpera fermî ya "Mehrnews" a Îranî di raporekê de aloziyên vê dawiyê yên di navbera Îran û Erebistana Siûdiyê de şirove dike û dibêje: “Bila çavê Seûdiyê ji qutbûna pêwedniyên welatên cîhanê ligel Îranê nebe, û bila Mîkonosê ji bîr neke.”

Bûyera Mîkonosê vedigere sala 1992an, ku Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê PDKÎ yê berê Dr. Sadiq Şerefkendî û çend hevalên wî di resturanta Mîkonos de li bajarê Berlîn a paytexta Almanya hatin terorkirin.

Piştî wê bûyerê gelek welatên Ewropayê pêwedniyên xwe ligel Îranê qut kirin û piştî heyamekê careke din ew pêwendî vegeriyan rewşa asayî.

Di rapora Mehrnews de amaje bi biryara Îmaratê ya kêmkirina pêwendiyên xwe li gel Îranê hatiye kirin û dibêje: “Eger Siûdiye dixwaze ji sêdaredana Şêx Nemir û bûyerên piştî wê mifayê werbigire û pêwedniyên cîhanê li gel Îranê qut bike, bila bûyera Mîkonosê bîne bîra xwe, ku çawa welatên Ewropî heyamekê piştî wê bûyerê vegeriya Tehranê û pêwedniyên xwe vegerandin rewşa asayî.

Rudaw
Top