Peşmergeyekî xwebexş ê amerîkî: Ez kêfxweş im ligel pêşmerge şer dikim
Beriya çend rojan hemwelatiya Amerîkayê yê bi navê John (23) weke pêşmergeyekî xweş tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû.
John beriya niha di nav Artêşa Amerîkayê d 2 salan xebitiye û bejna wî jî 2.15 santîmetre ye.
John ji ber ku kurdî nizane bi îşaretan xwe li pêşmergeyan dide îfadekirin.
Pêşmergeyê xwebexş ji Rûdawê re diyar kir ji ber ku ew di nav Hêzên Pêşmerge de ye gelekî keyfxweş e û wî ew keyfxweşiya xwe wiha anî ziman:
“Min gelekî hez mirovên li wê derê kir. Min gelekî hez pêşmereyên li vir ên em mil bi mil şerê DAIŞê dikin, kir. Kêfa wan jî ji min re gelekî hatiye û her tim ligel min wêneyan dikêşînin.”
Li gor agahiyên ji Wezareta Pêşmerge hatine standin, hejmara pêşmergeyên xwebexş ên biyanî zêdtirî 100î ne.
Rudaw
