• Friday, 20 February 2026
logo

Les Dessous: Kurdistan dewleta nû ya Rojhilara Navîn

Gulan Media January 5, 2016 Nûçe
Les Dessous: Kurdistan dewleta nû ya Rojhilara Navîn


Li Fransa Ajansa Nûçeyan a Les Dessousê raportek bi navnîşanê ‘Kurdistan dewleta nû ya Rojhilata Navîn' amade kiriye.

Raporta ku hatî amade kirin de tê gotin ku ‘ger em bere xwe bidinê dibinin li Kurdistanê parlamento û hikûmeteke kurdî heye,Kurd ne bi zimanê erebî û ne jî tirkî û farisî diaxifin, lê zimanê wan bi xwe heye ku ew jî zimanê kurdî ye.'

Herwaha Li gorî vê raportê, 18 milyon kurd li Bakurê Kurdistanê, 7 milyon li Başûr, 8 milyon li Rojhilat û 2 milyon kurd jî li Rojava dijîn. Raport balê dikşîne ser wê yekê ku ji ber parçebûna welatê wan piraniya kurdan koçberî welatên Rojava bûne û herî zêde jî li Almanya bicîh bûne ku hejmara wan digihe 650 hezar kurd, her wiha li welatên din ên Ewropa û Amerîkayê jî dijîn.

Piştî ku Kurdistan bi Rêkeftina Sykes-Picot a di navbera Fransa û Brîtanyê de hat parçekirin, di sala 1920an de Brîtanyayê wilayeta Mûsilê bi tevahî ji Kurdistanê cuda kir. Sala 1991ê li Bakurê Iraqê ku niha Herêma Kurdistanê ye kurd lê dijî serokê wê deme yê Iraqê Sedam Husên serî hildan.

Serhildana milyonek û 400 hezar kesî deng veda ji ber kurd xwediyê îradeyeke bihêz bûn, loma George Bush ê bav ku wê demê Serokê Amerîkayê bû, xeta 36 ya dijî firînê li ser Iraqê ferz kir û beşek ji Kurdistanê ket bin kontrola kurdan.Iraqê dest bi milmilaneya Kurdistanê kir daku nehêle pêş bikeve. Loma Pêşmerge wek hêz li Iraqê qebûl nekir.

Di beşekî din ê raportê de tê gotin, Ji xeynî ku Kurdistan malbendeke girîng a çavkaniyên xwezayî ye li deverê, pêgeha Kurdistanê jî li wê deverê girîng e. Loma divê bê gotin ku yên Kurdistan parçe kirin, niha li çi difikirin ku di zanin li navçeyê baştirîn hevpeyman bo Rojava kurd in hem di warê hêzê û hem jî pêgeha cografî û çavkaniyên xwezayî de, lewra em dikarin bibêjin ku Kurd di nexşeya dahatû ya Rojhilata Navîn de dewlet in.

Basnews
Top