Amerîka hêzekê ji suniyên Mûsilê re ava dike
Jibilî hêza Heşda Niştimanî ya suniyan ku ji aliyê Tirkiyê ve tê perwerdekirin, Amerîka biryar daye ku tabureke leşkerî ji suniyên parêzgeha Mûsilê re ava bike.
Berpirsekî erebê sunî ji parêzgeha Mûsilê ji Rûdawê re ragihand: “Amerîka ji me re gotiye ku ew bi hemû awayekî piştgiriya me dike û nêzîk dê navendeke leşkerî li nêzîkî Mûsilê ji me re veke. Her tişt amade ye, em li hêviya razîbûna Barzanî ne, ji ber ku eger ew razî nebe, em jî razî nabin.”
Piştî kontrolkirina beşek ji bajarê Rumadî û pêşdeçûna hêzên Iraqê li wê parêzgehê, niha girtina Mûsilê bûye rojev, lê diyar e ku derxistina wî bajêrî ji destê DAIŞê wisa bi hêsanî nabe.
Hefteya borî Encumena Parêzgeha Mûsilê ligel berpirs û endamên odeya operasyona Mûsilê civiya. Di wê civînê de behsa daxwaza Amerîka bo avakirina wê tabura nû kir, ku hejmara wan nêzîkî 25 hezar leşker dibe.
Ew berpirsê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin û dê bibe berpirsê wê hêzê, ji Rûdawê re ragihand: “Ew hêza ku ji Heşda Niştimanî û polîsê Mûsilê pêk hatiye bo operasyona Mûsilê û hejmara wan nêzîkî 10 hezar leşker û polîs in, dibe ku nikaribe bi tenê Mûsilê rizgar bike, lewma Amerîka dixwaze hêzeke din bi çek û teqemeniyên baştir amade bike.”
Heman çavkaniyê wiha got: “Avakirina wê hêzê ne tenê bo kontrolkirina Mûsilê dibe, lê belê piştî girtina wî bajêrî jî dê her bimîne û parastina navçeyên kontrolkirî bike.”
Nêzîkî salek û 3 mehan e ku li herdu navendên leşkerî yên Başîk û Berdan 9 hezar polîs ligel 1200 leşker ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve perwerdeya leşkerî dibînin. Ew hêz jî di bin serperiştiya Parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nucêfî de ye, ku pêwendiyên wî bi Tirkiye û Herêma Kurdistanê re bihêz e. Nucêfî li ser dosyeya ketina Mûsilê ji aliyê Encumena Nûnerên Iraqê ve ji karê wî hat dûrxistin.
Endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê Berekat Şemo ji Rûdawê re ragihand: “Piştî rizgarkirina bajarê Rumadî, emê hewlên xwe bo kontrolkirina Mûsilê zêde bikin, hefteya borî endamên Odeya Operasyonan a Mûsilê civiyan û behsa çawaniya xweamadekirinê bo operasyona Mûsilê kirin.”
Odeya Operasyonan a Mûsilê ku ji bo êrişa ser Mûsilê pêk hatiye, niha li Hewlêrê karê xwe birêve dibe. Di wê odeyê de nûnerên Herêma Kurdistanê, Amerîka û Iraqê hene.
Berekat Şemo wiha got: “Berpirsê wê odeyê erebekî sunî ye, lê kurd jî tê de roleke berçav dibînin, niha hemû hewlên wê odeyê ku Hêzên Pêşmerge jî di operasyona kontrolkirina Mûsilê de beşdar bibin.”
Rudaw
