YPGê cihekî stratejîk li bakurê Helebê kontrol kir
Li gor çavkaniyên xwecihî, îro di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên Eniya El-Nusra li bakurê bajarê Helebê şer û pevçûn derketin.
Hat ragihandin, şer û pevçûnên navbera her du aliyan ji duh ve dest pê kiribûn.
Di encama şer de, hêzên HSDê karîn gundê Keştear ê ser bi bajarokê Til Refet ku devereke stratejîk li bakurê Helebê ye, ji destê çekdarên El-Nusrayê derxînin û kontrol bikin.
Çavkaniyekî leşkerî yê HSDê aşkere kiriye, ku çekdarên El-Nusrayê ji wî gundi ve êrişî Herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê dikirin û nav bajarê Efrînê û derdora wê didan ber topan û roketan.
HSD ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend hevalbendên wan ên ereb pêk tê.
Li gor agahiyên çavdêran HSD ji 35 hezar şervanên kurd û 5 hezar şervanên ereb pêk tê.
El-Nusrayê êrişî taxa Şêx Meqsûd kir
Ji aliyekê din ve çekdarên Eniya El-Nusra îro êrişî taxa kurdan a bajarê Helebê, taxa Şêx Meqsûd kirin.
Li gor agahiyên ji herêmê, çekdaran taxa Şêx Meqsûd dan ber roketan û di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Herwiha hat zanîn, ku çekdaran li heman taxê 3 welatiyên kurd jî revandine û heya niha ti agahî derbarê çarenivîsa wan de nayê zanîn.
Rudaw
