• Friday, 20 February 2026
logo

ROJAVA- Rojnamevan îşkence kirin û avêtin çolê

Gulan Media January 5, 2016 Nûçe
ROJAVA- Rojnamevan îşkence kirin û avêtin çolê
Rojnamevanekî kurd ji aliyê grûpeke çekdarên nenaskirî ve li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat revandin û piştî îşkencedana wî, ew li nêzîkî gundekî li ser riya Serêkaniyê hat avêtin.

Rojnamevanê kurd Cengîn Elîko ku di heman demê de xwendevanê zanîngehê ye û endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Suriyê ye, duhî saet 17:00 êvarî li nêzîkî navenda Encumena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) li bajarê Dirbêsiyê ji aliyê 4 çekdarên nenaskirî ve ku rûyên wan veşartî bû, hat revandin.

Çavkaniyekê ji nava malbata Cengîn ji Rûdawê re da xuyakirin ku, wan çekdaran Cengîn birine nêzîkî gundê Etşanê yê di navbera Dirbêsiyê û Serêkaniyê de û li wir ew daxistine û bi boriyên hesinî li wî dane û piştre ew li nêzîkî wî gundî avêtine.

Li gorî heman çavkaniyê, welatiyekî xelkê deverê Cengîn gihandiye nexweşxaneya Dirbêsiyê û li wir derket ku tiliyeke Cengîn hatiye jêkirin û lingê wî hatiye şikandin û ji çend cihên din ve jî birîndar bûye.

Rudaw
Top