• Friday, 20 February 2026
logo

Şervanên êzîdî: Iraq dixwaze çekan bide me lê Kurdistan nahêle!

Gulan Media January 4, 2016 Nûçe
Şervanên êzîdî: Iraq dixwaze çekan bide me lê Kurdistan nahêle!
Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), ku hêzeke nêzîkî PKKê ye û ji şervanên êzîdî pêk hatiye, eşkere kir ku Iraq razî bûye çekên giran jî bide wan lê Herêma Kurdistanê nahêle.

Fermandeyê YBŞê Seîd Hesen ji Rûdawê re got, ji meha Tîrmeha par ve hikûmeta Iraqê bi fermî em wek beşek ji hêza Heşda Şeibî (milîsên şîe) qebûl kirine ji ber wê jî YBŞ niha hêzeke iraqî ye.

fermandeyê YBŞê da zanîn ku Bexda mehane mûçeyê 500 şervanî dide û got, rast e em ji bo 500 şervanî mûçe ji Bexdayê distînin lê em wî pereyî hemiyan nadin şervanan çimkî 1200 şervanên me hene û em tenê 500 hezar dînarî didin wan, bi pereyê din jî pêdiviyên din dabîn dikin.

Seîd Hesen anî ziman ku mûçeyê wan di dema xwe de tê dayîn û gîro nabe.

Navê YBŞê li nav deftera Heşda Şeibî de wek “Yekîneyên Parastina Şingal – YPŞ” hatiye tomarkirin.

Fermandeyê YBŞê agahiyek din jî eşkere kir û got, me daxwaza çekên giran ên mîna top, tank û otomobîlên zirhî ji Bexdayê kiriye û daxwaza me jî hatiye qebûlkirine lê Herêma Kurdistanê nahêle ew çek bikevin destê me.

Seîd Hesen anî ziman ku ew jî dixwazin mîna milîsên şîe xwedan çekên giran bibin û parastina Şingalê bikin û got, ez geşbîn im ku ew çek dê bi rêyek din bigihên destê me.

Rudaw
Top