Ocalan PKK da ber rexneyan: PKK nikare ji pirsgirêka kurd re bibe bersiv!
Endamê berê yê Konseya Serkiratiya PKKê û birayê Serokê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan îdiayên medyayên nêzîkî PKKê yên derbarê hevkariya xwe û rayedarê berê yê PKKê Nîzamettin Taş ligel Tirkiyê red kir û ragihand, ku ew agahî tenê propagandayên PKKê ne û ji rastiyê dûr in.
Medyayên nêzîkî PKKê belav kirine, ku Endamê berê yê Konseya Serkirdatiya PKKê Osman Ocalan û rayedarekî din ê PKKê y bi navê Nîzamettin Taş ligel Tirkiyê hevkariyê dikin û jibo wê yekê çend caran ligel berpirsên tirk civiyane û serdana leşkerên tirk ên li navenda leşkerî ya Bamernê kirine.
Herwiha medyayên PKKê dane xuyakirin, ku biryar e Osaman Ocalan , Nîzamettin Taş û çend endamên din ên berê yên PKKê piştî amadekirina zemîneyê ji aliyê dewleta Tikriyê ve, biçin Tirkiyê û dest bi çalakiyan bikin.
Osman Ocalan li ser wan îdîayên medayayên PKKê de ragihand:
Di siyasetê de bingehekê PKKê heye. Îdîa xwe diavêje meydanê piştre bi propagandayeke xurt û berfireh dixwaze vê yekê bike rastî yanî wan îdîayên xwe bi alîgirê xwe bide qebûlkirin. Li ser wan tiştên ku li ser hin malperan hatiye belavkirin jî îdîayek e. Nêrînan wan ew e. ne ku ew rast e. Danûstandinê min û Birêz Nîzamettîn Taş ji 2005an heta niha ne siyasî ne. Di taziyekê, cejnekê de em silavekê li hev dikin lê bi hev re heta niha ti xebateke me yê siyasî nebûye. Malperên nêzîkî PKK îdîa dikin ku em bi hêzên Kurdistanî û dewlata Tirkiyeyê re pêk hatine ji bo ku em tevgereke nû dest pê bikin, lê rastiya wan îdîayan nîne. Daxwezeke wisa ne min û ne jî Birêz Nîzamettîn Taş nekiriye. Ew nûçeyên hanê xeyalî ne.
“Serokatiya PKKê nizane çi bike”
Ocalan behsa rewşa li Bakurê Kurdistanê û aloziyên li wê parçeyê Kurdistanê kir û ragihand: Aloziya li Bakurê Kurdistanê heye, pêwistiya tevgereke nû derdixe holê. Di siyaseta Bakurê Kurdistanê de çi alozî hene? Kesên neteweyî di qada siyasetê pir hatin lawazkirin. Neteweperwerî li Bakurê Kurdistanê di wexta xwe ya herî lawaz de ye. Bi heman şêweyî, danûstandinên siyaseta kurd bi Tirkiyeyê re di wexta xwe ya herî xirab de ye.
Ocalan bi tundî rexne li PKKê û Partiya Demokratîka Gelan (HDP)ê jî girt û got, ku ji ber siyasetên şaş rewşa Bakurê Kurdistanê gihandine wê asta xirab a ku îro Bakurê Kurdistanê tê de ye. Ocalan herwiha tekez kir, ku siyaseta PKKê li Bakurê Kurdistanê xitimiye û PKK niha bi xwe jî nizane çi bike.
Ocalan wiha got: “Diyalog li aliyekî berdane û bi muxatabên xwe re di nav şer de ne. Hemû kanalên diyalogê têk dan. Niha dirûşmeyek kirine devê xwe, “Em te nakin serok.” Birêz Selhattin Demîrtaş di hemû xebata xwe ya siyasî de ev dirûşmeya derxist pêş. Ev dirûşme ne dirûşmeyeke tevgereke kurdî ye. Niha serokatiya PKKê nizane çi bike. Xendekan dikolin, berîkata dirust dikin lê ew tiştên hanê zirarê dide potansiyela neteweyî ya kurd. Zarok, genc, pîr tên kuştin û tiştê herî girîng ew e ku navendên berxwedanê tên valakirin. Siyaseta Bakurê Kurdistanê di nava aloziyeke pir mezin de ye û pêwîst e di vê rewşa xirab de were derxistin. Rê çi ye? Divê tevgera neteweyî ya kurdî xebateke berfireh û xurt birêve bibe. Eger bi layiqî gav bên avêtin di 1-2 salan de rastiya sîstema siyasî ya kurd dê bê guhertin û pirsgirêka kurd bi rêya siyaset û diyalogê dê çareser bibe. Ji bo ku pêş vê yekê bigirin radibin van îdîayan dikin.”
“PKK ji pirsgirêka kurd re nikare bibe bersiv”
Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan di berdewamiya daxuyaniya xwe y abo Rûdawê de da xuyakirin, ku PKK xwe nû nekiriye û di 35 salê berî niha de dijî û wê yekê bi kêmasiyek mezin bo PKKê bi nav dike û dibêje, PKKê pêwîstî bi encamdana reformê di nav xwe de heye. Ocalan dide zanîn, ku PKK I wan siyasetên xwe yên niha nikare ji pêwîstiyên neteweî û pirsgirêka kurd re bibe bersiv û pirsgirkêan mezintir dike.
Ocalan bi vî awayî axivî:
“Cudatiya PKKê ji tevgerên din ên Bakurê Kurdistanê ev bû ku ji bo têkoşîna azadî ya neteweyî were pêşxistin tevgereke fedayî dirust kirin. Di tevgereke fedayî de mafê mirovan, azadî nîne. Di PKKê de jiyan nîne, jiyana mirinê heye. Piştî 1990î pêwîst nedikir ku PKKê fedayîtî berdewam bikira. Divê gav bi gav reform di nav xwe de çêbikira û bibûya tevgereke jiyanî, yanî ji pêwistiyên jiyanê re bibûya bersiv lê mixabin PKK wekî destpêkê maye. Îro 2016 ye lê esasên pê dimeşe wekî 1975 ye, yanî wekî 35 sal berî niha. PKK ji pêwistiyê neteweyî kurd re nikare bibe bersiv û pirsgirêkan mezintir dike.”
“Fedayî koleyê serok in”
Osaman Ocalan derbarê sirûştê PKKê kir û got, her kesek eger 30 salî jî xizmeta PKKê kiribe û eger qehreman be jî, lê rojekê jê veqete, dibe xayîn û hemû xebata wî didin aliyekê û ti qîmetî nadin wî.
Ocalan sîstema ku li PKK li ser dimeşe, bi sîstema fedayîtiyê bi nav dike û dibêje, yên di nav PKKê de nikarin bijîn û ew tenê koleyên serok in.
Ocalan derbarê wê yekê de destnîşan kir: “Di nava PKKê de kî ku 30 salî qehreman be jî, roja jê veqete dibe xayin. Ew jî ji tebîeta (Sirûşta) tevgereke fedayî tê. Roja tu bibêjî “Ez xwe feda nakim ez jî dixwazim bijîm” wekî li te neiletê bikin xizmeta te yA bi salan didin aliyekî û mirov bi xiyanetê binav dikin. Fedayî kî ne? Eger îslam be koleyên Xwedê ne û eger PKK be jî koleyê serok in. Kesên fedayî îradeya xwe teslîmî yekî din dike. Bi tenê mafekî fedayiyan heye ku ew jî mirina ji bo Xwedê, serok û partiyê ye. Di tevgereke fedayî de ti mafê mirovan nîne. Ji ber ku min sîstema fadayîtiyê red kir, cezayê îdamê ji bo min hate birrîn.”
Rudaw
