• Friday, 20 February 2026
logo

Li Amedê polîs jineke din ya Kurd kuşt

Gulan Media January 4, 2016 Nûçe
Li Amedê polîs jineke din ya Kurd kuşt

Li Amedê polîstên Tirk bi RPC jineke din ya Kurd kuşt.

Li bajarê Amedê, rokêtek li malekê ket, di encamê de jinek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Îro danî nîvro li taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê, rokêtek li malekê ket.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de jinekê jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Tê gotin ku ew rokêt ji aliyê hêzên Tirk ve hatiye avêtin.

Ev çend roj in li navçeya Sûrê qedexeya derketina derve heye û şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên kurd de didome.
Top