DAIŞ dîsa li Spaykerê xwîn rijand
Çavkaniyekê ji parêzgeha Selahedînê Rûdawê re ragihand: “Îro danê sibejê saet 10:00, hejmarek çekdarên nenas êrişî Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Selahedînê li Navenda Spayker kirin û li wir 2 çekdaran xwe teqandin.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew çekdar ser bi DAIŞê ve bûn û hejmara wan 8 bû. 2 kesan ji wan xwe teqandin û her 6 çekdarên din ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin kuştin.
Di encama wê êrişê de, 8 efser û polîsên Iraqê hatin kuştin û 11 polîs jî bi giranî birîndar bûn. Hêzên Iraqê jî niha ew dever dorpêç kirine.
Roja 12ê Hezîrana 2014an, piştî ku DAIŞê bajarê Mûsilê girt, Navenda Spayker tev leşkerên ku tê perwerdeya leşkerî didîtin, ket destê DAIŞê û wan çekdaran 1700 leşker îdam kirin.
Dawiha meha Nîsanê ya par, bajarêTikrît û Spayker ji destê DAIŞê hatin derxistin û niha di bin kontrola hêzên Iraqê de ne.
Rudaw
