• Friday, 20 February 2026
logo

Balyozxaneya Erebistanê hat şewitandin!

Gulan Media January 3, 2016 Nûçe
Balyozxaneya Erebistanê hat şewitandin!
Li Îranê, li dijî îdamkirina rêberê şîeyên Erebistanê, avahiya Balyozxaneya Erebistanê ya Tehranê hat şewitandin.

Îdamkirina rêberê şîeyên Erebistanê şêx Nemir Baqir el Nemir ji aliyê dewleta Erebistanê ve, rastî nerazîbûnên tund ên şîeyan hat.

Li Îranê jî xwepêşandan li dijî îdamkirina wî mezinê şîeyan hatin lidarxistin û hêrsa xwe li dijî Erebistanê anîn ziman.

Li Tehranê, şeva borî komek kes derbasî nav avahiya Balyozxaneya Erebistanê bûn û agir berdan derî û pencereyan, kelûmelên tê de şikandin û avêtn derve.

Rêveberê Polîsê Tehranê ragihand, hinek kesên ku derbasî nav balyozxanê bibûn ji aliyê hêzên polîs ve hatine derxistin û karîne rewşê kontrol bikin.

Li bajarê Meşhedê yê Îranê jî, komek kes li ber avahiya Konsulxaneya Erebistanê xwepêşandan kirin û bi kevir û molotofan êrişî konsulxanê kirin.

Li gorî agahiyan, hinek kes derbasî nav konsulxanê bûn û ala Erebistanê anîn xwarê û agir berdanê.

Li ser van aloziyan, Wezareta Derve ya Îranê bang li welatiyan kiriye xwe ji derxistina aloziyan dûr bigirin.

Erebistanê duh ragihandibû, 47 kes bi tohmetên karên terorîstî û têkdana asayişa giştî îdam kirine ku di nav wan de rêberê şîeyên wî welatî şêx Nemir Baqir el Nemir jî hebû.

Rudaw
Top