Di 2 hefteyan de 300 milyon dolar xesar
Girtina Xabûrê karesata aborî ye
Deriyê Sînorê Xabûrê ku ji ber qedexeya derketina kolanan ên li Silopî û Cizîrê hatiye girtin û gelek ajovan, pargîdanên barkêşî û xwedî mehsûl û derametên ji derveyê welêt hatiye û tirêle û kamyonan de sekinîne bi awayekî neçar li heviya çareseriyekê ne. Gelek ajovan di navbera deriyê Xabûrê û Nisêbînê asê mane. Di nava dû hefteyan de 3oo milyon dolar zirar a maddî heye.
Deriyê Sînorê Xabûrê ji 11’ê berfanbarê ve ji ber qedexeya derketina kolanan ên li Silopî û Cizîrê destpêkiribû hatiye girtin û gelek ajovan, pargîdanên barkêşî û xwedî mehsûl û derametên ji derveyê welêt hatiye û tirêle û kamyonan de sekinîne bi awayekî neçar li heviya çareseriyekê ne. Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê jî ji ber ewlehiyê rêya hewreşîmê hatibû girtin û ajovan êdî di navbera deriyê Xabûrê û Nisêbînê asê mane.
Li ser rewşa ku girtina deriyê Xabûrê Mehmet Ari yê xwediyê pargîdana barkêşiyê wiha axivî û got: “Ji 100’î 90 em di bin bandora vê bûyerê de man. Her wiha aboriya me jî têk çû. Senedên me , krediyên me û bono yê mekînên me hemû di sekinandinê dene em nikarin bidin. Ger ev derî venebe em nikarin deynê xwe bidin û divê ev deynên me an werin taloq kirin an jî bi alîkariya dewletê çareseriyek bê dîtin. Êdî em ketine heyra ajovan û tirêl û kamyonên xwe. Rûsya ambargo daniyê ser curêyê xwarinê , Iraq jî hemû malên Tirkiyeyê boykot dike aboriya herêma me jî li ser Iraqê ye û niha jî derî girtiye ev bandorê li hemû welatî dike ne li me tenê.” Mehmet Arî ragihand ku ajovanên wan li ser rêya asê mane û bê av û bê nan manê, ev 13 roje ku di herêma xetere de mane. Hin ji van li Iraqê asê mane. Yên ku dikaribin vegerin li ser Hewlerê bi balafiran derbasî Tirkiyeyê dibin. Di derbarê pargîdanên barkêşiyê yên Tirkiyeyê jî Ari amaje pê kir ku xwediyê bar doza gihîştina barên xwe dikin û got: “Xwediyê bar dibêjin barê me bigihîjînin cîhê wan an jî barê me li me vegerînin lê ne em dikarin derbas bibin ne jî em dikarin vegerin. Ew jî ji rewşa me fêm nakin. Hin ji wan dibeje ji ser Îranê barê me derbasî Iraqê bikin lê nizanin ku rêya Nisêbînê jî girtiye û ajovan û mekînen me di navbera Xabûr û Nisêbînê de asê mane.”
“Ajovan di rewşeke xirab dene”
Gelek ajovan beriya rêya hewreşîmê ya li ser Nisêbînê were girtin bi serê xwe û bê tirêla xwe vegeriyane malên xwe. Seyfettin Demir jî yek ji wan ajovana ye û got: “Tirêla min ev 9 roje kû li Silopiyê ye û beriya qedexeya li ser rêya Nisêbînê were îlankirin min bi awayekî xwe derdasî Qoserê kir. Kesî me li mekînê xwe siwar nedikirin. Her dever di nav şer debû û ajovan jî ditirsin. Em ne dikarin tirêla xwe bînin û em ne dikarin herin hinda tirêla xwe. Xwediyê bar û tirêleyê jî zexta li ser min dikin ku ez herim hinda tirêlê û tirêlê ji wir werînim.” Li ser bandora aboriya Deriyê Xabûrê de Seyfettin Demir wiha axivî: “Ger ez ajovantiyê nekim ez û 6 zarokê xwe emê birçî bimînin. Ji bo min pirsgirêka herî mezin ew e ku çavê zar û zêçên min li dest û xebata min tenê ye. Derdê me ajovanan ji jinên me bipirsin ew ji me çêtir wê bînin ziman.” Sîlêman Emer jî ajovanekî ku li ser rê asê mabû ye û mexdûriyeta xwe wiha anî ziman: “Ev leyîstike ke mezine li ser me kurda divê em şiyarbin. Êdî em nikarin li navçeya xwe ji ber vê zilma dewletê êvarekê bi malbata xwere derkevin derve û çayekê vexwin. Çima ev şer li Kurdîstanê tenê heye. Ez ajovanim û debara xwe bi vî karî dikim. Ev 17 roje ku tirêla min li ser rêya Silopî yê sekinî maye û em nikarin derbasî Başûrê Kurdîstanê bibin. Ev derî ne wek deriyê Gurcîstan û Îranê ye ev derî deriyê debara meye deriyê hebûna meye û deriyê navbera Kurdistana Başûr û Bakur e. Ger ev derî tê girtin jiyana me jî bi ber girtinê ve diçe. Aboriya me gelê herêmê bi vî deriya ve girêdayiye. ”
Tirêle bi barên xwe li parka sekinandîne
Xwediyê pargîdana bi navê Baday Turê ya tirêleya Süleyman Baday jî ragihand ku ev qedexeya derketina kolanan , bûyerên li Kurdîstanê û Deriyê Xabûrê yê hatiye girtin ku ev hemû tişt ji mexdûrkirina kurda ye û Baday wiha dom kir: “Çavê dewletê lêye ku me pergende bikin. Ji dema deriyê Xabûrê hatiye girtin ve 10 tirêleyê min li Iraqê, 6 tirêleyê min li Silopî yê û 15 tirêleyê min jî barkirî li parka tirêleyan sekinandî maye. Li ser İpek Yoluyê hûn li kîjan parka kamyon û tirêleyan binêrin hûn ê bibînin ku hemû tirêle bi barên xwe li wir sekinandiye. Hin barên li tirêleyan barkirî zad, xurek û xwarinin. Ger çend rojên din ew bar di tirêleyan de bi sekine wê xerabibe û êdî tiştekî ku em bikaribin bikin jî namîne.” Xwedî û xebatkarên yên parka tirêleyan jî ragihandin ku tu carî parkên me wisa tijî nebibûn lê ev malxerabûne ke ji bo ajovan û xwedî pargîdanan.
“Hilberîner li bazarên nû digerin”
Endamê Odeya Pişesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mesut Altun di derbarê girtina Deriyê Xabûrê de ragihand ku ji sedî 90 hawirde û hinardeya herêmê bi welatên Rojhilata Navîn re tê kirin û deriyê li Rojhilata Navîn jî bi Deriyê Xabûrê tê vekirin. Altun wiha domand: “Ev rewş wek dema ne asayî ye û ne diyare jî. Ev jî prsgirêkê mezin derdixe holê ji bo hilberîneran. Hiberîner ji bo berhemên xwe malên xwe bifiroşin ji bilî Iraqê û Rojhilata Navîn berê xwe didin bazarên nû. Li Amedê pargîdanên hilberînê êdî li Efrîka yê li bazarên nû digerin.
“Yên herî di bin bandorê de pîşesazin”
Sekreterê Giştî yê Odeya Pişesazî û Bazirganiyê ya Mêrdînê Çetin Sasa jî li ser rewşa Deriyê Xabûrê û bandora wê yî li ser aboriyê amaje pê kir ku di demên asayî de jî car caran Derîyê Xabûrê dihate girtin û astengî derdiket holê. Sasa axaftina wiha berdewam kir: “Ji ber rewşa aloz ya li herêma me Deriyê Xabûrê hatiye girtin û hemû herêm di bin bandora wê de maye. Lê belê ev bi piranî li ser pîşesaziya bandor kir ku ew li rastî dozên tazmînatê dimînin û bi bankayan re ji bo sened û krêdiyên xwe rû bi rû manin. Wek bazirganan pîşesaz jî di bin bandorek mezin dene. Her wiha ajovan û pargîdanên barkêşî jî neçar manin û li hêviya çareseriyekê ne. Ji ber daneyên rasterast di destên me de nîne em nikarin bêjin ewqas zirar daye ajovan, pargîdan û bazirganan.”
300 mîlyon dolar zirar heye
Serokê Komeleya Pîşesaz û Bazirganên Tirkiye û Iraqê Nevaf Kiliç jî daxuyand ku ji 14’ê Berfanbarê û vir de deriyê Xabûrê girtiye û hinardekarên herêmê pergende bûnin, di salekê de 700 hezar caran çûn û hatin di wî deriya de têkirin û bi biryara girtinê ve aboriya herêmê têk çûye. Kiliç axaftina wiha dom kir: “Iraqê piştî Almanya yê duyemîn welate ku hinardeyê em pêktînin. Piştî pirsgirêka ewlehiyê derket holê asta hinardeyê ji mîlyar dolarekê daket 500 mîlyon dolarî bi dûre hinekî rast bû li derdora 750 mîlyon dolarî ve çû û hat. Lê belê dema deriyê Xabûrê hate girtin 300 mîlyon dolar em ketin zirarê û wendayîyeke mezin e ji bo aboriya hemû welatî. Ji aliyekî din ve jî ji ber derî girtiye barên li lîmana Mêrsînê jî nayên barkirin û hemû bar di koyteyniran de sekinî maye.”
Basnews
