Hûrgilyên agirê mêvanaxaneya Dubey
Di encama şewitandina yek ji tawerên bajarê Dubey ku bi tenê çend sed metroyî ji tawerê Xelîfa dûre, 16 kes birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçeyên Îmarat a fermî, agir bi mêvanxneya The Address Downtown ketiye û di encam de 16 kes birîndarbûne.
Li gorî hema ajansê, yek ji wan kesan ji tirsa agir, celta li dilê wî xistiye û rewşa wî ya tendurûstî xirabe. Herwiha hatiye ragehandin ku zarok di nav birîndaran de tinene û di maweyê kêmtir ji nîv seetê bêhtir ji 90% ji wî agirî hate kontirol kirin.
Rêveberê Hatin û Çûna Dubey Emîd Seyf Elmezrûî ragehand: “Agir bi beşê derve yê mêvanxaneyê ket, demlidest me mêhvan veguhestin bo mêvanxaneyên derdorê. Biryarbû li qatê 23 ahinga sere salê birêvçûba, lê berî çend seetan ji sala nû agir bi wê mêvan xaneyê ket.”
Wênegirekî rojnamevanî derbarê vê bûyerê dibêje ku, ew li qatê 48 bû dema agir destpêkir, me xwe bi gorîsekî ku karmendên mêvanxaneyê bo jibo paqijkirina cameyên mêvanxaneyê bikartînin gir, em daketin, bi tenê em 30 mertoyî dorî koma agir bûn, berî em veguheztin bo mêvanxaneyek din, bentilonê min di cihekî de eliqî û ez gelekî nêzîkî agirbûm, lê otombîlên agirkujê me ji mirinê rizgar kirin.
Basnews
