Bakur – 4 efser û polîsên Tirk hatin kuştin
Duh li navçeya Sûrê ya Amedê, ku nêzîkî mehekê ye di bin dorpêça top û tankên hêzên Tirk de ye, di teqînekê de 2 polîs hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî, ku ev çend roj in qedexe heye û ji aliyê hêzên Tirk ve bi top û tankan hatiye dorpêçkirin, di du êrişan de polîsek û leşkerek hatin kuştin 5 polîs jî birîndar bûn. Li gorî medyaya Tirkiyê, birîna wan polîsan jî giran e.
Ji ber şer, heta niha bi hezaran welatî ji Sûrê û Cizîrê koçber bûne.
Rudaw
