• Friday, 20 February 2026
logo

Erdogan behsa girtina Demîrtaş û HDPê dike!

Gulan Media January 2, 2016 Nûçe
Erdogan behsa girtina Demîrtaş û HDPê dike!
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku nabe ti carî behsa girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) were kirin. Erdogan her wiha li ser YPG û “rojavayê Ferat” jî got, heta niha agahiyek wisa negihîştiye destê min ka YPG derbasî aliyê rojavayê Feratê bûye yan na.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, duh dema ji Erebistanê vedigeriya, di nav balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan li ser ragihandina “xweseriyê” ji aliyê hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdagê ve axivî û got, wan Destûr binpê kirine û jixwe dozgeriyên Amed û Enqerê li dijî wan dest bi lêpirsînê kiriye. Dema parêzbendiya wan rabû ez bawer im dê bandoreke erênî li ser têkoşîna li dijî terorê jî bike.

Derheqê girtina HDPê de jî Erdogan got, nabe ti carî behsa girtina partiyê were kirin, tenê ew kesên ku sûc kirine divê bên cezakirin.

Serokomarê Tirkiyê derheqê wê yekê de ku “şervanên YPGê derbasî aliyê rojavayê çemê Feratê bûne” jî axivî û got, heta niha rayedarên me ti agahiyek li ser vê yekê nedane min. Helbet em nikarin qebûl bikin ku YPG derbasî wê derê bûye. Çimkî eger wisa be wê demê li başûrê welatê me û li bakurê Sûriyê bandek li dora me pêk tê. Em ti carî çavên xwe jê re nagirin. Jixwe li wir bendava Tişrînê heye. Amerîka ji me re gotibû ku ji bo derxistina çekdarên DAIŞê ji wir, operasyon kirine. Vêca ez nizanim Amerîka ji hêza YPGê sûd wergirtiye yan na.

Li ser kirîza ku ji ber bicîhbûna hêzên Tirk li devera Başîkê ya Mûsilê di navbera Tirkiye û Iraqê de derketiye jî Erdogan behsa daxuyaniyên Serokwezîr Davûtoglu kir û got, ma wan Qendîl ji PKKê paqij kirin? Min carekî ji Malikî (serokwezîrê berê yê Iraqê) pirsî; Hûn çima Qendîlê ji PKKê paqij nakin? Ji min re got “hêza me têrê nake”. Niha jî li ser DAIŞê heman tiştî dibêjin…

Li gorî qanûnên Tirkiyê, ji bo ku parlamenterek were darizandin divê parêzbendî li ser were rakirin. Parêzbendî jî ji aliyê parlamentoyê ve tê rakirin. Eger parêzbendî li ser Demîrtaş û Yûksekdag were rakirin bi îhtimalek mezin her du jî dê werin girtin ji ber ku ji Erdogan bigire heta Wezîrê Dadê yê Tirkiyê, Demîrtaş û Yûksekdagê bi “xiyanetê” tawanbar dikin!

Rudaw
Top