• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiyê bersiva Rûsyayê ya ‘kurdan’ da

Gulan Media January 1, 2016 Nûçe
Tirkiyê bersiva Rûsyayê ya ‘kurdan’ da
Wezareta Derve ya Tirkiyê bersivek tund da, daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê ya derbarê operasyonên li bajarên Bakurê Kurdistanê de.

Berdevkê Wezirê Derve yê Tirkiyê Tanju Bilgiç bi rêya daxuyaniyeke, bersiva daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsya ku tê de ragihandibû Rûsya dilgiran e ji ber zêdebûna tundiyê li parêzgehên kurdan, da.

Tanju Bilgiç ragihand, helwesta Rûsyayê ya ku hewl dide derbarê mafên mirovan de dersê bide cihê tinaziyê ye û wiha got:

“Haya hemû kesî ji tomarên binpêkirinên derbarê domokrasî, hiquk û mafên mirovan de yên Rûsyayê hene. Bi hemû şeweyên siyasî û leşkerî piştgiriyê dide diktatorê li Sûriyê. Ji ber vê yekê jî cihê tinaziya reş e, hewl dide dersa mafê mirovan bide welateke din.”

Duh Wezareta Derve ya Rûsya daxwaz ji Tirkiyê kiribû ku pirsgirêka kurd bi rêbazên siyasî çareser bike ne bi operasyonên leşkerî.


Wezareta Derve ya Rûsya di daxuyaniyekê de ragihandibû: “Rûsya dilgiran e ji ber zêdebûna tundiyê li parêzgehên kurdan li başûrê rojhilatê Tirkiyê, di encama operasyonên leşkerî yên hêzên Tirkiyê de. Rêxistinên mafên mirovan behsa hejmareke mezin ji qurbaniyan ji sivîlan dikin, ku jin û zarok jî di nava wan de hene.”

Rudaw
Top