Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim sala nû bibe sala çareser kirina kêşeyên heyî
Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina sersala nû peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina sersala nû peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye;
Bi minasebeta hatina sala nû ya mîladî pîrozbayiyên xwe yên gerim pêşkêşî kesûkarên şehîdên serbilind, birîndarên şerê dijî terorîstan û pêşmergeyên qehreman û tevahiya welatiyên Kurdistanê dikim.
Yad kirina sersala nû ya îsal di demekî deye ku hêzên pêşmerge bi qehremanî berevanî ji ax û xelkê Kurdistanê dikin û li dijî dewleta terorîstiya DIŞIê çîrokên mezin yên dîrokî tomar kirine û ew çîrok û dastanên han netenê bûne cêyê serfiraziya gelê Kurdistanê belkî tewahiya azadîxwazên cîhanê jî ecîbmayî kirine û di nava tevahiya civîn û komcivînên navnetewî de behsa wan dastanan tê kirin.
Liwir bi vê minasebeta han careke din daxwaz ji civata cîhanî dikim ku lazime bileztir wenêrînek bo daxwaz û pêdiviyên hêzên pêşmerge bikin, hevdem ew serkeftin û pêgeha niha ya Kurdistanê li ser asta cîhanê de, yaku di şûna tevahiya cîhanê de şer dike, bi belaşî nehatiye bidestxistin û daxwaz ji tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê dike ku bi rihê netewî û nîştimanperwerî û bidûr ji nakokiyên hizbatî, li hember kêşe û arîşe û pêşhatan rawestin, bi taybetî di vê serdemê de ku tevahiya hîmayan behsa vê yekê dikin ku li gor pêdiviyên siyaseta nû ya cîhanî nexşeya deverê ji nûve tê amadekirin, lewre nabe ew derfeta han were jidestdan ku nemimkune dubare bibe.
Her bi vê minasebeta han dixwazim spasiya berxwedana gelê Kurdistanê bikim ku bi awayekî fedakarane şanê xwe dane ber qirîzan û lazime îradeya me bihêz be û Kurdistan serkeftî dibe û berbi pêşerojeke geş ve diçe.
Careke din sala nû li tevahiya aliyan pîroz be, hêvî dikim sala nû sala çareser kirinê û dawî anîn bi qirîzan û bidest xistina xweşî û kameranî bo Kurdistan û Kurdistaniyên hêja be.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
31.12.2015
