Demirtaş: Destûra nû bê HDPê nabe rêkeftinek civakî
Hevserokê Partiya Demokratiya Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş, rexne li Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu kirin û ragehand ku, nedibû civîna ligel HDPê were hilweşandin, jiber mijar destûr girînge û pêwîste ligel hemû aliyan gotûbêj were kirin.
Biryar bû ku Ahmet Davutoğlu li ser mijara nivîsandina destûrekî nû bo Tirkiyê ligel serkirdeyên HDPê civîn kiriba, lê di seetên dawî de ev civîn hate hilweşandin, jiber ku parlementarê HDPê Sarî Sureya Ondir di kongireyekî rojnamevanî de gotibû: “Heta li Bakurê Kurdistanê xelkên bêtawan bêne kuştin, ti wate ji civînê re tineye, heger Ahmet Davutoğlu were cem e em bi tenê dê çayek qaçax bidin wî.” Lewma piştî wî kongireyî Ahmet Davutoğlu civîna ligel HDPê hilweşandibû.
Derbarê vê mijarê Demirtaş got: “Em her demê amadene jibo gotûbêjan, jiber di baweriya me de şer û tundîtîjî ne çareserî ye û pirsgirêkê bidawî nake, divabû Davutoğlu ligel me jî biciviya, jiber destûrê ku biştevaniya HDPê bidestnexe nabe rêkeftinek civakî.”
Di beşekî di de ji axaftina xwe de Demirtaş behsa wê yekê dike ku, ew aliyekî serekî ne di mijara destûrê nû de, divê Davutoğlu ligel wan jî vê mijarê gotûbêj bike.
Derbarê ku tê gotin ku hewlek heye jibo qedexekirina HDPê li Tirkiyê Demirtaş got: “Daxistina partiyên siyasî li tirkiyê ti wateya wê tineye, jixwe divê ev mijar neyê behs kirin jî.”
Basnews
