“Pirçek kirina PKKê ji aliyê Bexda ve têkdana aştiyê ye li Bakurê Kurdistanê”
Parlementarekî Kurd di parlemena Iraqê de dibêje: “Bexda çekan nade Pêşmergeyan, lêbelê çekan jibo PKKê peyda dike bê beramber, ev yek jî metirsiyek mezine li ser piroseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê.”
Parlemanterê Kurd li ser lîsta PDKê di parlemena Iraqê de Dr. Erefat Kerem Stûnî ji BasNews re ragehand: “Ji aliyê Wezareta Pêşmerge û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê daxwaz çekan ji Bexda hate kirin, lê Bexda herdemê dibêje çek jibo Pêşmerge li cemin tineye, lê belê bo PKKê çekan bê beramber dide, ev yek metirsiye li ser piroseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê.”
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, jiber ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) xwediyê pirojeya peyda kirina aramî û aştiyê ye li navçeyê û li Bakurê Kurdistanê, Bexda jî çek bi PKKê dide, heger Bexda dixwaze alîkariya Kurdan bike, bo çi çekan nade PArtiya Demokrata Kurdistanê li Îranê? Lê helbet ew çekan didin PKKê wek karvedanekê li ser hebûna beşek ji artêşa Tirkiyê li nêzîkî Mûsilê.
Navborî got: “Em hêvî dikin ku PKKê wê şaştiyê neke ku biçe çekan ji Bexda werbigre, jibe rev dê encamekî gelekî xirab bide û li dijî piroseya aştiyê ye, herwiha Tirkiyê cîranekî girînge bo me û heger pêwendiyên Iraq û Tirkiyê bêne têkşikandin ne diberjewendiya Iraqê de ye jiber Hikûmeta Ebdaî niha lawaze.”
Basnews
