Davûtoglu: Êdî ti xêra hevdîtina bi Ocalan re nemaye!
Çend roj berê Serokê Giştî yê AKP û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, ji bo nivîsandina qanûneke nû ya bingehîn, daxwaza hevdîtinê bi CHP, MHP û HDPê re kiribû. Her sê partiyan jî hevdîtin qebûl kiribûn û roja hevdîtinan jî hatibû ragihandin.
Lê nişkave Davûtoglu ragihand ku ew naxwaze bi rayedarên HDPê re hevdîtin bike.
Derheqê sedemên vê yekê de, Davûtoglu şeva borî ji televîzyona NTV a Tirkiyê re axivî û got, helbet li hember ti kesî kîn û hêrsa min tine lê piştî ku min ji HDPê randevû xwest gotin “emê hesabê Sûrê li Davûtoglu bixwazim”... Bila qusûrê nenêrin. Min ji bo xatirê wan kesên ku deng dane wan, xwest bi wan re rûnêm.
Li gorî Serokwezîrê Tirkiyê, sedema din a betalkirina hevdîtina wî bi HDPê re, ragihandina “xweseriyê” ye. Davûtoglu li ser vê yekê jî wiha got: “Radibin xweseriyê îlan dikin. Ti kes nikare li derveyî parlamentoya Tirkiyê derheqê sîstema rêvebirina welêt de biryar bide… Diçin Mosko û Washingtonê û bi her kesên ku li dijî Tirkiyê ne, lobîgeriyê dikin. Eger ew wisa bikin emê jî li gorî wê yekê qise bikin…”
Serokwezîrê Tirkiyê, derheqê hevdîtina bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan de jî got, tenê rayedarên îstixbaratê bi Ocalan re hevdîtin dikin. Ocalan derheqê çekdanîna de peyamek belav kir. Çi lê hat? Demîrtaş bi 2-3 daxuyaniyan ew peyam pûç kir. Eger sûda wan hevdîtinan nebe wê çaxê dê çima bê kirin…
Rudaw
