• Friday, 20 February 2026
logo

Rûsiya li ser rewşa Bakûr agehdarî dide Tirkiyeyê

Gulan Media December 31, 2015 Nûçe
Rûsiya li ser rewşa Bakûr agehdarî dide Tirkiyeyê


Wezareta Derve ya Rûsyayê bang li Tirkiyê kir û got: Pirsgirêka kurd bi rêbazên siyasî çareser bike, operasyonên leşkerî ne çare ne.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, Rûsya dilgiran e ji ber zêdebûna tundiyê li parêzgehên kurdan li başûrê rojhilatê Tirkiyê, di encama operasyonên leşkerî yên hêzên Tirkiyê de.

Wezareta derve yaRûsyayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, rêxistinên mafên mirovan behsa hejmareke mezin ji qurbaniyan ji sivîlan dikin, ku jin û zarok jî di nava wan de hene. Qedexeya derketina ji malan li hin bajaran berdewam dike. Herwiha siyasetmedar û rojnamevan û nûnerên rêxistinên mafên mirovan nikarin derbasî wan navçeyan bibin, ku operasyon tê de birêve diçin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê, hin navçeyên kurdan ji ber kêmiya xwarinê û pêdiviyên jiyanê dinalin û kêm maye ku karesateke mirovî li wir biqewime. Li gorî hin zanyariyan, hejmara wan kesên ku ji navçeyên xwe bar kirine, 100 hezar derbas kiriye.

Di dawiya daxuyaniyê de Rûsya daxwaz kir ku, Hikûmeta Tirkiyê pêngavên baş û bilez bavêje bo rawestana tundiyê û pirsgirêka kurdî bi awayê siyasî çareser bike, ne bi operasyonên leşkerî. Herwiha dîsa pêvajiya çaresriyê dest pê bike.

Top