Demirtaş: Barzanî serokê dewleta Kurdan e.
Di konfrasekî rojnamevanî de ku Îro 30 Kanûnê li bajarê Amedê li Bakurê Kurdistanê encam dabû Demirtaş ragehand: “Mesûd Barzanî serokê dewleta Kurdane û xwedî roleke mezine di herêmê de.”
Demirtaş gilî li dewlet û hikûmeta Tirkiyê kir û ragehand ku, dewlet mafê Kurdan bin pê dike û xelkên sivîl dike qurbanî û piştre jî daxwaza pêkvejiyanê dike û got: “Ti pirojeya AKPê jibo çaresekirina pirsa Kurdî tineye.” Herwiha tekez kir ku, çi ji destê wan bê jibo çaresekirina pirsgirêkan bê wê bikin.
Di heman kongireya rojnamevanî de Demirtaş baweriya xwe û baweriya HDPê bi gotûbêj û danûstendinan tekez kir û ragehand ku, jibo destpêkirina gotûbêjan berpirsên AKPê ti nişanên erêniyê diyar nekirine.
Berî niha jî Kesayetiya Kurd û Endama Parlemena Tirkiyê Leyla Zana gotibû: “Çi kesê ku lui dijî pêngavên Barzanî bo serxwebûna Kurdistanê raweste ew dijî Şervan û Pêşmergeyên Kurdistanê radiweste.”
Basnews
