• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê, rewşa meydaniya şer nirxandin

Gulan Media December 31, 2015 Nûçe
Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê, rewşa meydaniya şer nirxandin
Roja çarşem 30.12.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê, li peywendiyekî telefonî da rewşa meydaniya şer û pêşketinên serbaziyên dawî yên li dijî terorîstên Da'îş nirxandin.

Her li vê peywendiya telefoniyê da, Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê Heyder Ebadî, azadkirina Rumadî û navçeyên din xistin ber behs, heman demî de Serok Barzanî ji bo azadkirina bajarê Rumadî pîrozbahiyê li Heyder Ebadî kir û wê serkeftina ku hêzên Iraqê li Rumadî bi dest ve anîne û bajar ji destê terorîstan azad kirin.

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Iraqê, behsa berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê li şerê dijî terorê da kirin, eve jî dûpat kirin ku guvaşeke serbazî li hemû bereyan li ser terorîstan berdewam bê ji bo azadkirina navçeyan û şikestdan û ji navbirina terorîstan.

Top