• Friday, 20 February 2026
logo

Kerkûkî: Serxwebûna Kurdistanê bi sûda Îranê ye jî

Gulan Media December 30, 2015 Nûçe
Kerkûkî: Serxwebûna Kurdistanê bi sûda Îranê ye jî
Endamê Polîtburoya PDKê Kemal Kerkûkî ragihand, Tirkiye ne li dijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye, Îran jî dê razî bibe çimkî serxwebûna Kurdistanê bi sûda wî welatî ye jî. Kerkûkî her wiha got, divê nakokiyên navxwe nebin asteng li pêşiya serxwebûnê.

Endamê Polîtburoya PDKê Kemal Kerkûkî, şeva borî bû mêvanê bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê.

Kemal Kerkûkî li ser rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê û referandoma serxwebûnê axîvî û got, dema me serxwebûn ragihand divê em nîşan bidin ku şiyana me ya xwerêvebirinê heye.

Kerkûkî anî ziman ku di warê aborî û dîplomatîk de şert û mert ji bo serxwebûnê hatine amadekirin û wiha got:

“Tirkiye ne li dijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye. Erdogan (serokomarê Tirkiyê) beriya niha gotibû ku ew li dijî serxwebûna Başûr dernakevin. Lê Cografiyaya Kurdistanê wisa ye ku me neçar dike pêwendiyên me bi welatên cîran re baş bin.”

Li gorî wî rayedarê PDKê, eger kurd serxwebûna xwe ragihînin ti xeter û metirsiyek dernakeve pêşiya wan çimkî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hestiyarî û pêşbîniyek kûr li ser wê mijarê dixebite û dema ji Amerîka jî vegeriya bi hêzên siyasî re rûnişt û ji wan re got “eger em yek bin em amade ne serxwebûnê ragihînin”.

Derheqê bandora kirîz û nakokiyên siyasî li ser serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî, wî endamê Polîtburoya PDKê got, nabe berjewendiyên partîtiyê û nakokiyên siyasî li pêşiya serxwebûnê bibin asteng. Eger hemû hêz û partî daxwaza serxwebûnê bikin, PDK jî bi wan re nebe dê dîsa here serî ji ber ku biryara dawî gel dide.

Li ser helwesta Îran û Iraqê li hember serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî Kemal Kerkûkî got, em amade ne li ser vê mijarê bi Iraqê re dest bi diyalogek dûr û dirêj bikin û Bexdayê razî bikin. Îran jî dê di dawiyê de razî bibe çimkî serxwebûna Kurdistanê bi sûda Îranê ye jî. Jixwe dema gel biryara xwe da (qesta wî referandom e) Îran jî dê qebûl bike.

Kerkûkî her wiha ragihand ku hinek welatên erebî û ewropî jî piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin.

Rudaw
Top