• Friday, 20 February 2026
logo

Kilînton: Ya ku DAIŞê aniye serê êzîdiyan, jenosîd e!

Gulan Media December 30, 2015 Nûçe
Kilînton: Ya ku DAIŞê aniye serê êzîdiyan, jenosîd e!
Namzeda serokatiya Amerîkayê û Wezîrê berê ya Derve ya wî welatî, Hîlarî Kilînton diyar kir ku komkujiya ku DAIŞê aniye serê kurdên êzîdî, “jenosîd” e.

Hîlarî Kilînton, di çarçoveya kampanyaya xwe ya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, di mîtîngekê de axivî û behsa êrşên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî û mesîhiyan Iraqê kir.

Kilînton diyar kir ku ew berê dudil bû ku komkujiya êzîdî û mesîhiyan wek “jenosîd” bibîne lê niha belegeyên pêwîst hene ku nîşan didin ew komkujiyên ku DAIŞê aniye ser wan gelan, jenosîd (qirrkirin) e.

Meha Îlona îsal, zêdetirî 100 endamên Kongreya Amerîka di nameyekê de ji Kongreyê xwestin komkujî û êrişa DAIŞê li ser kurdên êzîdî û mesîhiyan wek jenosîd pesend bike.

Hilbijartinên serokatiya Amerîka dê roja 8ê Mijdara 2016ê were lidarxistin. Serokê niha yê Amerîka Barack Obama, ji ber ku 8 sal in serokatiya Amerîka dike, êdî nikare bibe namzed.

Rudaw
Top