Li cadeya Gazî ya Sûrê qedexeya derketina derve hat rakirin
Li Diyarbekirê cadeya Gazî ya navçeya Sûrê qedexeya derketina derve piştî 19 rojan hat rakirin. Li 6 taxên Sûrê qedexe hê didome.
Qeymeqamiya Sûrê ragehand, qedexeya ku bi armanca dagirtina çalan û rakirina barîkatan hatibû ragehandin demjimêr 7.00'ê êvarê hatiye rakirin.
Duh jî Qeymeqamiya Kerboranê da xuyakirin, qedexeya derketina derve ku di 11'ê kanûnê de hatibû ragehandin, hatiye rakirin.
k24
