Tirkiyê derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belavkir
Berdevkê Serokatiya Tirkiyê Iberahîm Kalin derbarê Serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragehand: “Debarê Hêrêma Kurdistanê û mijara rêfrandom û serxwebûnê, em di wê baweiyê de ne ku divê hemû pirsgirêkên Iraqê di çaeroveya yekperçeya axa Iraqê de werin çareser kirin.”
Ibrahîm Kalin di kongireyekî rojnamevanî de li koşka serokatiya Tirkiyê, derbarê rewş û rojeva pirsgirêka Kurdî de, herwiha derbarê helwêsta Tirkiyê li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê bo pêkanîna rîfrandom û serxwebûna Herêma kurdistanê, got: “NAvşeya Kurdan li Iraqê pîwîstî Iraqê ye, herwiha Iraq jî pêwîstî navçeya Kurdî ye, derbarê serxwebûnê jî, em di wê baweriyê de ne ku divê hemû pirsgirêkên Iraqê di çarçoveya yekparçeya axa Iraqê de wein çareser kirin, mixabin niha beşek ji Iraqê ketiye bin destê DAIŞê de, herwiha desthilatê Iraqê di salên derbasbûyî de nikarîbû pirsgirêkên hemû pêkhateyên welatê xwe çareser bike.”
Kakin got: “Helwêsta me li ser vê mijarê eşkere û zelale, pêwîste pirsgirêka Kurdan û herwiha pirsgirêka Erebên Sune jî di çarçoveya yekparçeyî ya Iraqê de were çareser kirin, di dema pêwendên me li Bexda de hene herwiha li gel Hewlêrê jî hene, Kurd û Erebên Iraqê cîran û bira û dostên me ne.”
Basnews
