DAIŞê ji kerba şerê Rumadî, bi dehan çekdarên xwe îdam kirin!
Piştî ku DAIŞê li bajarê Rumadî yê Iraqê şikestinek mezin xwar û ji bajêr hat derxistin, çekdarên wê rêxistinê kerb û hêrsa xwe li ser serê sivîlan de dirijînin.
Berpirsê liqa 14 s PDKê li Mûsilê Îsmet Receb li ser vê yekê ji Rûdawê re got, DAIŞê bi dehan kes ji êla Cibûrî kuştine, weke tolhildanekê li hemberî şikesta xwe li Rûmadî.
Îsmet Receb da zanîn ku ew bûyer li navçeyeke Başûrê Mûsilê qewimiye.
Wî rayedarê kurd her wiha eşkere kir ku çekdarên DAIŞê 21 xort li ber çavên malbatên wan kuştine ku dixwestin ber bi Herêma Kurdistanê ve birevin.
Berpirsê ragihandina liqa 14 a PDKê Seîd Memozînî jî ji Rûdawê re da xuyakirin ku DAIŞê li Mûsilê 4 xortên Kurd bi tohmeta sîxuriyê kuştine, ji kerba şikestina li Rûmadî jî 43 çekdarên xwe li Mûsilê dane ber gulleyan û komkuj kirine.
Bajarê Rumadî yê Iraqê, ku meha Gulana îsal ketibû destê DAIŞê, pêr bi şev ji aliyê hêzên Iraqî ve dîsa hat standin.
Rudaw
