• Friday, 20 February 2026
logo

Erdogan: Em rê nadin li nav dewletê de dewlet û rêveberiyek cûda were avakirin

Gulan Media December 29, 2015 Nûçe
Erdogan: Em rê nadin li nav dewletê de dewlet û rêveberiyek cûda were avakirin

Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan beriya serdana xwe ya bo Erbistana Siûdiyê bersiv da pirsên rojnamevanan û Partiya Gelan HDPê bi tûndî rexne kir.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragehand ku HDPê nikare nûneratiya Kurdan bike.Beriya serdana xwe ya ji bo Erbistana Siûdiyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan pirsa rojnamevanan bersivand û rexne li Partiya Demokratîk a Gelan HDPê girt û got: "HDPê nikare nûneratiya Kurdan bike, HDP; xelkê vexwendin kolanan, di encam de zêdeyî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, yên hatî kuştin Kurdbûn mixabin yên ew dikuştin jî Kurd bûn."

Erdogan herwaha di berdewama axaftina xwe de got Partiyên Siyasî sozên xwe yên di qada hilbijartinan de dabûn welatiyan pêwîste cîbecî bikin.

Di dawî ya gotinên xwe de Erdogan da zanîn ku ew rê nadin li bakurê Kurdistanê rêveberiyeka cûda were avakirin û ew dê desttêwerdanê bikin.

Basnews
Top