Li Cizîrê zarokekî din şehîd bû
Roja 28 Kanûnê zarokekî 5 salî di nav bexçê mala xwe de, dema ku dilîzt, bi guleyek lê ket û li ser riya nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Navê wî zarokê ku berî çend seetan li Cizîr a bakurê Kurdistanê şehîdbû Husên Selcûq e, li gorî zaniyariyên ku ji xizmên wî maendalî bidestketine, dema ku wan dixwestin ku wî bighînin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Herwiha hate naskirin ku gule li pişta sere wî zarokî ketiye û guleya kilaşînkofê ye, lê nediyare ev gule ji aliyê kê ve hatiye berdan.
Husên xwestibû bilîze, lêbelê jiber ku hatin û çûn li Cizîrê qedexeye, nikarîbû çûba kolana taxa xwe, neçar bû li bexçê mala xwe bilîze, lêbelê agirê şerê li Bakurê Kurdistanê derfeta lîzkê li bexçeyên male jî kiriye bi metirsî û Husên jî bû qurbaniya vî şerî.
Basnews
