• Friday, 20 February 2026
logo

Pirsa Kurd û guhertina destura bingehîn

Gulan Media December 29, 2015 Nûçe
Pirsa Kurd û guhertina destura bingehîn

Piştî hilbijartinen 1ê mijdarê carekedin guhertina destura bingehîn xwe di rojeva Tirkiyê de bi cih kiriye.

Guhertina destura bingehîn piştî her hilbijartinê wekî ku dikeve rojevê, piştî wê hilbijartına dawî ya 1ê mijdarê ji wek rojevekî sereke xwe bi cih kirîye. Bi taybet destura 12 Îlonê ya 1980 yê her çend her aliyek jê nerihet be jî, heta naha guhertinekî bingehîn nehatiye awakirin. Her di vê çarçovê debiryar bû Serokwezîr Ahmet Davutoglu ligel partiyên siyasî bicive, lê betalbûna civîna bi HDPê re matmayîneke mezin çêkir. Wiha diyar e ku proseyeke aloz li pêşiya Parlamentoya Tirkiyê ye.

Li Tirkiyeyê mijara guhertina destûra bingehîn dîsa di rojevê de ye. Li parlamentoyê tu partî xwedî hejmara guhertina destûrê ango xwedî 367 kûrsiyan nînin ji ber vê yekê Serokê AK Partiyê yê Giştî Ahmet Davutoglu wek Serokwezîr biryar da ku ligel partiyên siyasî bicîve û herwiha piştgiriyê ji bo guhertina destûrê bixwaze lê belê 4 roj mayî bo civîna bi HDPê re, civîn ji aliyê Serokwezîrtî ve hat betalkirin.

Di vê derbarê de Huseyin Şeyhanlioglu nerînên xwe wiha tîne ziman: “Tirkiye di wê astê de ye ku pergala xwe biguherine, bikeve sîstema serokatiyê. Ev yek jî bêyî HDPê nabe, ji sedî 10ê dengên HDPê hene, divê sedî sed HDP di nav danûstandinên guhertina destûrê de be.”

Eger şert û mercên pêwist werin dabinkirin û guhertina destûrê ji aliyê 367 parlamenteran ve bê pesend kirin, di destûra nû de wê çi cih bigire û herwiha di heyama nû de destûrek çawa dê li pêşiya Tirkiyê bibe, niha çavê raya giştî li vena ye.

Akademisyen Doğu Ergil jî çîroka guhertina destura bingehîn wiha dinirxîne: “Guhertinek mezin çênabe, heta eger pergala serokatî jî bê qebulkirin dîsa jî guhertinek mezin çênabe ji xwe niha Tirkiye li gor daxwazên partiya desthilatdar birêve diçe, bi tenê navê destûrê wê bibe destûrek sîvîl. Bawer nakim ku destûrek yek bi yek nû bê amade kirin.”

Li Tirkiyê, destûra ku piştî derbeya 12ê Îlonê hatiye amade kirin tê bikaranîn, ji ber ku destûr berhema derbeya leşkeri ye, ev çend sal e tê rexnekirin, heta niha di destûrê de guhertinên biçûk hatine kirin, lê belê guhertinek yekser pêk nehatiye. Partiya desthilatdar eger piştgiriya 367 parlamenteran peyda neke wê rêya referandûmê biceribîne.

Basnews
Top