• Friday, 20 February 2026
logo

“PKKê bi veşartî bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kiriye!”

Gulan Media December 29, 2015 Nûçe
“PKKê bi veşartî bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kiriye!”
Endamekî kurd ê Parlamentoya Iraqê eşkere kiriye ku rayedarên PKKê “bi veşartî” serdana Bexdayê kirine û bi rayedarên Iraqî re rûniştine. Parlamenterekî din ê kurd jî dibêje, Iraq dixwaze li dijî DAIŞ û Tirkiyê “çek bide PKKê”.

Parlamenterê PDKê li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re eşkere kir ku di heyama çend rojên borî de şandeke PKKê bi veşartî serdana Bexdayê kiribû û bi rayedarên Iraqê û fermandeyên Heşda Şeibî (milîsên şîe) re hevdîtin kiribû.

Şaxewan Ebdullah diyar kir ku ev nêzîkbûna PKK û Bexdayê, bersivek e ji bo hatina hêzên Tirk bo nav axa Iraqê.

Li gorî wî parlamenterê PDKê, ku endamê Lêjneya Asayiş û Berevaniyê ya parlamentoyê ye jî, “Ti bandoreke Bexdayê li devera Behîdan a Başûrê Kurdistanê nîne ji ber wê jî dixwaze bi rêya çekdarkirina PKKê û avakirina Heşda Şeibî li Şingalê, nifûza xwe li Behdînan zêde bike. Bexda her wiha dixwaze bi alîkarîkirina PKKê, Tirkiyê tengav bike û di paşerojê de serêşiyê ji Herêma Kurdistanê re çêbike.”

Parlamenterê YNKê li Parlamentoya Iraqê Ebdulbarî Zêbarî jî derheqê hevdîtina rayedarên PKKê û Iraqê de ji Rûdawê re got, PKK bi veşartî serdana Bexdayê nekiriye jixwe PKK li wir heye. Nêrîna hikûmeta Iraqê li ser PKKê hatiye guhertin. Ebadî (serokwezîrê Iraqê) carekê li parlamentoyê, ji ber şerê DAIŞê pesnê PKKê da. Ev jî nîşan dide ku helwesta Bexdayê li hember PKKê hatiye guhertin.

Ebdulbarî Zêbarî, ku alîkarê serokê Lêjneya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê ye jî, diyar kir ku çekdarkirina PKKê ji aliyê Bexdayê ve bi sûda Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku bihêzbûna her hêzeke kurdî, dikeve xizmeta Kurdan. Ez bawer nakim bandoreke xirab li ser Herêma Kurdistanê bike. niha Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê (ya Malikî) mijûlî wê yekê ku hêzên PKKê yên li Şingalê, yên ku iraqî ne, tevlî Heşda Niştimanî (milîsên sunnî) bike û mûçe bide wan û îhtiyaciyên wan dabîn bike.

Parlamenterê PDKê Şaxewan Ebdullah îdia dike ku Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî, beriya ku Şingal ji aliyê DAIŞê ve were girtin, bi qaçaxî çek şandiye Qendîlê û daye PKKê. Ma wê demê jî şerê DAIŞê hebû, wê çaxê çima çek da PKKê?!

Rayedarê berê yê PKKê û birayê rêberê PKKê Osman Ocalan jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, dîroka pêwendiyên PKK û Iraqê vedigere serdema ku koçberên Bakurê Kurdistanê li kampa Mexmûr (nêzîkî Hewlêrê) hatin bicihkirin. Wê demê çend caran rayedarên iraqî ji Mûsil û Bexdayê hatin kampê û bi PKKê re rûniştin. Yek ji hevdîtinên girîng ên navbera PKK û Iraqê de jî sala 2002ê pêk hat. Wê demê Cemîl Bayik (hevserokê KCKê) ji Sûriyê vegeriyabû, çû Îranê û piştî ku ji wir vegeriya pêwendiyên PKK û Iraqê bihêztir bûn.

Osman Ocalan anî ziman ku piştî şerê DAIŞê û bihêzbûna PKKê li Şingalê, bingeha pêwendiyên Bexda û Qendîlê xurt bû. PKK jî vê yekê red nake ku xwe daye aliyê eniya Îran-Iraq-Sûriyê. Niha jî hêzên Tirk hatine Iraqê, ew jî dixwazin li dijî Tirkiyê alîkariya PKKê bikin. Jixwe pêwîstiya PKKê niha bi çekan zêdetir e çimkî rewşa Bakur li ber çavan e.

Li gorî Ocalan, serdana vê dawiyê ya YNKê bo Bexdayê, rêya hevdîtina rayedarên PKK û Iraqê xweş kiribû, ji ber ku PKK jî Bexda jî li dijî DAIŞê şer dikin û dijminê wan hevbeş e.

Li gorî parlamenterê YNKê Ebdulbarî Zêbarî, tiştekî normal e ku YNK bixwaze navbera PKK û Bexdayê xweş bike û wan nêzîkî hev bike. Zêbarî da zanîn ku nûnerê PKKê li Bexdayê heye û endam û xebatiyan li wir heye.

Rudaw
Top