Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Civata Nûnerên Iraqê kir
Li hevdîtinê de Serokê Civata Nûnerên Iraqê pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge li Serok Barzanî kir û destxweşiyê li qehremanî û azayetiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstên Da'îş kir û hêvî jî xwest bi hîmeta hêzên Iraq û Pêşmerge û piştevaniya hêzên hevpeymanan navçeyên din jî ji destê terorîstên Da'îş bêne azad kirin.
Li beşekî dinê hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê destxweşiyê li Serok Barzanî û Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê ya ji bo himbêz kirin û hewandina koçber û lêqewimiyên li parêzgehên Iraqê kir ku bi sedema dagîrkirina navçeyên wan ji aliyê Da'îş ve rû li Herêma Kurdistanê kirine. Li beşekî dinê axaftina xwe de behsa karîgeriya rola Serok Barzanî ya li hevkêşeyên siyasiyên Iraq û navçeyê kir û pesnê wan helwestan kir ku bi dirêjahiya temenê xebata xwe cihê baweriya hemû aliyek û hemû pêkhatên Iraqê bûye û bandora xwe jî li çareserkirina kêşeyan da hebûye. Her li vî warî de daxwaz ji Serok Barzanî kir rola xwe ya li nêzîkkirina hêz û aliyên siyasiyan û pêkhatên Iraqê de ya ji bo çareserkirina kêşeyan û pêkanîna hevkariya rasteqîne de bibîne.
Her li vê hevdîtinê de rewşa meydaniya bereyên şerê dijî bi terorîstan li Enbar û Selahedîn û Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê pêşketinên dawî ya siyasiya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste aliyên Iraqiyan nebin beşek ji gengeşeya siyasiya tayfiyan. Di derbarê hewlên ji bo çareserkirina giriftên pêkhatên Iraqî Serok Barzanî wê yekê xisterû ku ewê li şiyanê de bê ji bo mîsogerkirina hevkarî û hevdû nêzîkkirina aliyan de encam dide.
